‘Ev
bêdûmahîtiyek e… Ji bo eşqa jiyînê zindîbûna xwe winda neke, mirov heqîqetê di
nav xewn û xeyalan de vedişêre û ji bo domandina vê jiyanê li riyên cur bi cur
digere… Mirovek xwe bi bextewariya zanistiya Sokratî ve girê dide; da ku
birînên xwe yên bêsînor ên hebûnî bi vê riya berhewa qenc bike. Mirovê(n) din jî xwe bi perdeyên efsûnî yên bedewiya
hunerê ya li ber çavên wî dizivire, radipêçe...
[Nîetzsche
& Zayîna Tîrajediyê]
Sê Stranên Ku Li Rêzeçiyayên Zagros û Andê Hatine Veşartin
Viktor Jara: Gîtar, Koroya
Zarokan, Çiyayên Andê (Qutkirina dengê şoreşê)
Erdewan Zaxoyî: Ûd, Paseport, Çiyayên
Metîna (Windakirina dengê şoreşê)
Hozan Serhed: Tembûr, Stasyona
Bornovayê, Çiyareşk (Dizîna dengê şoreşê)
Li stadyûma Santîagoyê leşkerên Pinochet, ewilî tilî, paşê dest û dawiyê jî
‘deng’ê Viktor Jara jê dikin. Sîxûr û qesasên Sedam ‘deng’ê Erdewan ê bi
nalîn strana ‘Ez dizanim’ digot li otêleke bêserûber li Bexdayê winda dikin.
Tembûra Hozan Serhed, çanteyê wî yê li piştê bû û dawiyê jî ‘deng’ê wî li
Zozanên Feraşînê bi destê birayekî xayîn ê ku ji bo aferînekê ji serleşkerekî
dagirkeran bibihîze bi şehwet xwe digevizîne ve tê dizîn…
Ev hersê hunermend, ji sê selîqeyên jêhatî yên ku ji strana şoreşê hatine
dizîn an jî ji qevdeke tayên sor ên ji mafûra şoreşê hatine çikandin mezintir û
zêdetir in. Ew bûn milîtanên nefsbiçûkî û diltenikiyekê ku birîn li stranan,
stran li şoreşê, şoreş li xwe zêde kirine. Tiliyên wan bi hostetiyeke mezin li
têlan dixistin; lê ew tilî carekê bi soratiya şoreş û evînê hatibûn daxkirin û
dilê wan bi lerizîneke nebaliq stranên ku her û her zarok bimînin bi wan didan
gotin.
Helbesteke Windabûyî
Dayika Erdewan bi salan piştî windabûna nazdarê xwe, wiha digot: “Min hemû
ewraq, pare, wêne û kasetên Erdewan vedişartin û ez hemû gavan rêhevala wî bûm
a ku berê wî dida kurdayetiyê û çiyayên bilind! Ji ber wê, di stranên wî de du
dayik derbas dibin; yek ez im yek jî Kurdistana wî ya ku canê xwe di riya wê de
daye…” Erdewan li ser meytê Eyaz helbestekê dixwîne û şeş rojan şûnde winda
dibe; diya wî Gulê li dû Erdewan helbesteke windabûyî dixwîne:
Ez Gulo me Guloka dîn im
Ez ê Kurdistanê bigirim û bihejînim
Ger pirsa Erdewanê min ji min nekin
Ez wê heft dewletên ecnebiyan pê bihesînim.
Ez ê herim Îranê xopana şewitî dikana pêşiyê
Kefiyekê ji delalê dilê xwe re bikirim û li dor bejna wî bihejînim
Ez ê pê badim wê birînê û te birevinîm daygorî
ji hefs û zindana bi sêfîlî û bi derwêşî…
Meşa Bi Heman Giyanî
Sal, 1984; yanzdeh sal di ser leyistina Rouleta Rusî ya li ser cênîken
Viktor Jara û bêmamostemayîna zarokên ‘Koroya Şîliyê’ re derbas bûye. Kurd, bi
sedan sal e ji bo pasaportstendinê ji welatê xwe diçin paytextê welatekî din.
Erdewan, ne li nav refên pêşmergeyan ne jî di nava welatê xwe de nikare wan
awazên xwe bîne cem hev û ji bo çûyîna Ewropayê berê xwe dide bajarê Bexdayê.
Ewilî tê Zaxoyê termê destbirak û rêhevalê hunera xwe Eyaz Zaxoyî yê bi destê
sîxûrên Baasê hatibû jehrîkirin, dispêrin axê. Piştî şeş rojan li Bexdayê di
otêlekê de bi destê kontrayên Hîtlerê Bexdayê Sedam ve tê revandin û
windakirin.
Wan salan li Tirkiyeyê, huner û gotina polîtîk roj bi roj ji polîtîkayê dûr
dikeve û biçûk dibe. Hozan Serhed wê demê zarokek e; demeke kin ew û Kucuk
Emrah li malekê bi hev re dimînin û Serhed her roj li ser riya Sûka Muzîkê ya
Ûnkapaniyê diçe û tê. Heman demê Koma Berxwedan ji bo ‘Raperîna Mezin’ dest bi
raçandina mafûra ji êgir ya hunerê dike. Di sala 1993an de dema ku tayek din ji
mafûra şoreşê li Tetwanê diqede, ew ta dibe ‘Mizgîna Leheng’ û piştî deh salan,
ne li Ûnkapaniyê, li çiyayên Zagrosê dikeve nav repertuara Hozan Serhed. Neviyê
Evdalê Zeynikê ji Bornovayê ber bi qadên azad dimeşe da ku destên Viktor Jara
yên jêkirî û awaza Erdewan ya bi navê ‘Dayika Min Xwedana Çar Landikan’ li
şikeftên Çiyayên Metîna bîne cem hev, li gel wan guleyên di lûleyên şervanan de
xwe bi soratiya şoreşê rapêçayî…
Awaza Rê-hevaltiyê
Viktor Jara beriya ku destên wî bên birîn li Stadyûmê strana “Em pênc hezar
kes in / Kî dizane em çend in / Li hemû bajaran û li seranserê welêt / Deh
hezar dest tenê li Stadyûma Şîlîyê” distirê. Ew helbest, li Dola Kelareşê xwe
li nav têlên tembûra Hozan Serhed dixe û xwe vediguhêze helbesta Memed Uzun:
“Em pênc kes / Ew pênc hezar kes / Em pênc hezar dil / Ew pênc dil...”
Paseporta ku Erdewan demeke dirêj ketî dû, helbesta ku diya wî jê re nivîsandî,
çenteyê Hozan Serhed ê ku qet nehatî dîtin û strana Viktor Jara ya ji bo koroya
zarokan çêkiribû bi hev re diherikin dibin yek awaz: Awaza rê, rêvingî û rêhevaltiyê…
‘Guleya Di Singê
Dagirkeran de Diteqiya’
“Dijminên me ji lûleyên tifingên me bêhtir ji stranên
me ditirsiyan…”
Hişyar Hesen
Rêhevalê Eyaz û Erdewan, Sebah Zaxoyî di axaftineke xwe de digot: “Erdewan
û Eyaz deng û gewriya xwe kiribûn lûleya tifingê û her awaz û helbest wek
guleyekê di singê dagirkeran de diteqiya.”
Erdewan, li Zaxoyê li ser gora rêhevalê xwe Eyaz, helbesta xwe ya dawiyê
dixwîne. Di heman rojên ku kontrayên Sedam li Bexdayê jiyana Erdewan didizîn;
Îbrahîm Tatlises, Nurî Sesîguzel û İzzet Altinmeşe li studyoyên Ûnkapaniyê
stranên Erdewan ên ku li nav refên pêşmegeyan afirandibûn didiziyan û ji bo kêf
û şahiya dagirkeran ew stranên kurdî diqulipandin zimanê tirkî. ‘Dizên malê’ li
aliyekî ew stranên ‘malê diziyê’ dikirin kaset û berîkên xwe tijî dikirin li
aliyê din jî li ser sifreyên dagirkeran û meyxaneyên Stenbol û Enqereyê li gel
hemû lewçetî û bêrûmetiya xwe awaza Erdewan wek jiyana wî winda dikirin.
Wan salên ku Viktor Jara digot û Erdewan lê vedigêra, Silêman Alpdoxan li
Panosê zarokeke spî û rûgeş e. Çend sal paşê, Silêman zêdenavekî li xwe dike,
dibe Murat Esen û li Bazara Muzîkê ya Ûnkapaniyê bi navê ’Gulo’ kasetekê
derdixîne. Piştî çend salan ‘Gulo’ dibe diya Erdewan û ji êş û kovanan dîn
dibe. Hozan Serhed dema li ser dewsa du stranbêjên şoreşger digere, strana
‘Hewlêr’ê çêdike. Di stranê de li aliyekî rêhevalên Erdewan li aliyê din
rêhevalên Serhed hene û Serhed şîna rêhevalên xwe yên bi xiyaneta birayan
hatine kuştin digire heta roja li zozanên Feraşînê jiyana wî bi destê birayekî
din tê dizîn…
Erdewan ji bo ku ji stranan wargehekê çêbike û diyarî welatê xwe bike
dikeve rê, Serhed ji bo ku çîroka welatê xwe seranser li stranekê bar bike xwe
berdide nav çiya û xaçerêkên Botanê û herdu hunermend jî hê di rê de dikevin.
Rê, rêhevaltî û ketina wan dişibe Viktor Jara… Wek Deleuze gotiye, “Yek ji
aliyên herî xweş ên şoreşê ew e ku şoreş dikare mirovên ku hev nedîtine bike
nas û dostên hev.” Ji ber vê yekê birayê Viktor ê biçûk Serhed e, strana ku li
ser lêvên Hozan Mizgîn xwe daliqandî xwişka guleya dawî ya Elî Temel e. Dilê
Soysal Ekîncî destebirakê dilê Mayakovskî ye; ew dilên di jêrzemînekê de di nav
xîzanî, êş û govanan de bi hev re rawestiyayî…
Li ku derê dinyayê be bila bibe, awazên di nav dilê gelên bindest de hatine
veşartin û bi berxwedan û xemên giran hatine xemilandin wek selîqeya Sefkan û
Delîlayê ye…