13 Mayıs 2022

Sê Stranên Li Rêzeçiyayên Zagros û And'ê Hatî Veşartin




 

‘Ev bêdûmahîtiyek e… Ji bo eşqa jiyînê zindîbûna xwe winda neke, mirov heqîqetê di nav xewn û xeyalan de vedişêre û ji bo domandina vê jiyanê li riyên cur bi cur digere… Mirovek xwe bi bextewariya zanistiya Sokratî ve girê dide; da ku birînên xwe yên bêsînor ên hebûnî bi vê riya berhewa qenc bike. Mirovê(n)  din jî xwe bi perdeyên efsûnî yên bedewiya hunerê ya li ber çavên wî dizivire, radipêçe...

                                                                                                                [Nîetzsche & Zayîna Tîrajediyê]

  

Sê Stranên Ku Li Rêzeçiyayên Zagros û Andê Hatine Veşartin

Viktor Jara: Gîtar, Koroya Zarokan, Çiyayên Andê (Qutkirina dengê şoreşê)

Erdewan Zaxoyî: Ûd, Paseport, Çiyayên Metîna (Windakirina dengê şoreşê)

Hozan Serhed: Tembûr, Stasyona Bornovayê, Çiyareşk (Dizîna dengê şoreşê)

 

Li stadyûma Santîagoyê leşkerên Pinochet, ewilî tilî, paşê dest û dawiyê jî ‘deng’ê Viktor Jara jê dikin. Sîxûr û qesasên Sedam ‘deng’ê Erdewan ê bi nalîn strana ‘Ez dizanim’ digot li otêleke bêserûber li Bexdayê winda dikin. Tembûra Hozan Serhed, çanteyê wî yê li piştê bû û dawiyê jî ‘deng’ê wî li Zozanên Feraşînê bi destê birayekî xayîn ê ku ji bo aferînekê ji serleşkerekî dagirkeran bibihîze bi şehwet xwe digevizîne ve tê dizîn… 

Ev hersê hunermend, ji sê selîqeyên jêhatî yên ku ji strana şoreşê hatine dizîn an jî ji qevdeke tayên sor ên ji mafûra şoreşê hatine çikandin mezintir û zêdetir in. Ew bûn milîtanên nefsbiçûkî û diltenikiyekê ku birîn li stranan, stran li şoreşê, şoreş li xwe zêde kirine. Tiliyên wan bi hostetiyeke mezin li têlan dixistin; lê ew tilî carekê bi soratiya şoreş û evînê hatibûn daxkirin û dilê wan bi lerizîneke nebaliq stranên ku her û her zarok bimînin bi wan didan gotin. 

 

Helbesteke Windabûyî

Dayika Erdewan bi salan piştî windabûna nazdarê xwe, wiha digot: “Min hemû ewraq, pare, wêne û kasetên Erdewan vedişartin û ez hemû gavan rêhevala wî bûm a ku berê wî dida kurdayetiyê û çiyayên bilind! Ji ber wê, di stranên wî de du dayik derbas dibin; yek ez im yek jî Kurdistana wî ya ku canê xwe di riya wê de daye…” Erdewan li ser meytê Eyaz helbestekê dixwîne û şeş rojan şûnde winda dibe; diya wî Gulê li dû Erdewan helbesteke windabûyî dixwîne:

Ez Gulo me Guloka dîn im 

Ez ê Kurdistanê bigirim û bihejînim

Ger pirsa Erdewanê min ji min nekin 

Ez wê heft dewletên ecnebiyan pê bihesînim.

Ez ê herim Îranê xopana şewitî dikana pêşiyê 

Kefiyekê ji delalê dilê xwe re bikirim û li dor bejna wî bihejînim

Ez ê pê badim wê birînê û te birevinîm daygorî 

ji hefs û zindana bi sêfîlî û bi derwêşî…

 

Meşa Bi Heman Giyanî

Sal, 1984; yanzdeh sal di ser leyistina Rouleta Rusî ya li ser cênîken Viktor Jara û bêmamostemayîna zarokên ‘Koroya Şîliyê’ re derbas bûye. Kurd, bi sedan sal e ji bo pasaportstendinê ji welatê xwe diçin paytextê welatekî din. Erdewan, ne li nav refên pêşmergeyan ne jî di nava welatê xwe de nikare wan awazên xwe bîne cem hev û ji bo çûyîna Ewropayê berê xwe dide bajarê Bexdayê. Ewilî tê Zaxoyê termê destbirak û rêhevalê hunera xwe Eyaz Zaxoyî yê bi destê sîxûrên Baasê hatibû jehrîkirin, dispêrin axê. Piştî şeş rojan li Bexdayê di otêlekê de bi destê kontrayên Hîtlerê Bexdayê Sedam ve tê revandin û windakirin.

Wan salan li Tirkiyeyê, huner û gotina polîtîk roj bi roj ji polîtîkayê dûr dikeve û biçûk dibe. Hozan Serhed wê demê zarokek e; demeke kin ew û Kucuk Emrah li malekê bi hev re dimînin û Serhed her roj li ser riya Sûka Muzîkê ya Ûnkapaniyê diçe û tê. Heman demê Koma Berxwedan ji bo ‘Raperîna Mezin’ dest bi raçandina mafûra ji êgir ya hunerê dike. Di sala 1993an de dema ku tayek din ji mafûra şoreşê li Tetwanê diqede, ew ta dibe ‘Mizgîna Leheng’ û piştî deh salan, ne li Ûnkapaniyê, li çiyayên Zagrosê dikeve nav repertuara Hozan Serhed. Neviyê Evdalê Zeynikê ji Bornovayê ber bi qadên azad dimeşe da ku destên Viktor Jara yên jêkirî û awaza Erdewan ya bi navê ‘Dayika Min Xwedana Çar Landikan’ li şikeftên Çiyayên Metîna bîne cem hev, li gel wan guleyên di lûleyên şervanan de xwe bi soratiya şoreşê rapêçayî… 

 

Awaza Rê-hevaltiyê

Viktor Jara beriya ku destên wî bên birîn li Stadyûmê strana “Em pênc hezar kes in / Kî dizane em çend in / Li hemû bajaran û li seranserê welêt / Deh hezar dest tenê li Stadyûma Şîlîyê” distirê. Ew helbest, li Dola Kelareşê xwe li nav têlên tembûra Hozan Serhed dixe û xwe vediguhêze helbesta Memed Uzun: “Em pênc kes / Ew pênc hezar kes / Em pênc hezar dil / Ew pênc dil...”  Paseporta ku Erdewan demeke dirêj ketî dû, helbesta ku diya wî jê re nivîsandî, çenteyê Hozan Serhed ê ku qet nehatî dîtin û strana Viktor Jara ya ji bo koroya zarokan çêkiribû bi hev re diherikin dibin yek awaz: Awaza rê, rêvingî û rêhevaltiyê… 

 

‘Guleya Di Singê Dagirkeran de Diteqiya’

                                             “Dijminên me ji lûleyên tifingên me bêhtir ji stranên me ditirsiyan…”

                                                                                                                                 Hişyar Hesen

Rêhevalê Eyaz û Erdewan, Sebah Zaxoyî di axaftineke xwe de digot: “Erdewan û Eyaz deng û gewriya xwe kiribûn lûleya tifingê û her awaz û helbest wek guleyekê di singê dagirkeran de diteqiya.”

Erdewan, li Zaxoyê li ser gora rêhevalê xwe Eyaz, helbesta xwe ya dawiyê dixwîne. Di heman rojên ku kontrayên Sedam li Bexdayê jiyana Erdewan didizîn; Îbrahîm Tatlises, Nurî Sesîguzel û İzzet Altinmeşe li studyoyên Ûnkapaniyê stranên Erdewan ên ku li nav refên pêşmegeyan afirandibûn didiziyan û ji bo kêf û şahiya dagirkeran ew stranên kurdî diqulipandin zimanê tirkî. ‘Dizên malê’ li aliyekî ew stranên ‘malê diziyê’ dikirin kaset û berîkên xwe tijî dikirin li aliyê din jî li ser sifreyên dagirkeran û meyxaneyên Stenbol û Enqereyê li gel hemû lewçetî û bêrûmetiya xwe awaza Erdewan wek jiyana wî winda dikirin. 

Wan salên ku Viktor Jara digot û Erdewan lê vedigêra, Silêman Alpdoxan li Panosê zarokeke spî û rûgeş e. Çend sal paşê, Silêman zêdenavekî li xwe dike, dibe Murat Esen û li Bazara Muzîkê ya Ûnkapaniyê bi navê ’Gulo’ kasetekê derdixîne. Piştî çend salan ‘Gulo’ dibe diya Erdewan û ji êş û kovanan dîn dibe. Hozan Serhed dema li ser dewsa du stranbêjên şoreşger digere, strana ‘Hewlêr’ê çêdike. Di stranê de li aliyekî rêhevalên Erdewan li aliyê din rêhevalên Serhed hene û Serhed şîna rêhevalên xwe yên bi xiyaneta birayan hatine kuştin digire heta roja li zozanên Feraşînê jiyana wî bi destê birayekî din tê dizîn… 

Erdewan ji bo ku ji stranan wargehekê çêbike û diyarî welatê xwe bike dikeve rê, Serhed ji bo ku çîroka welatê xwe seranser li stranekê bar bike xwe berdide nav çiya û xaçerêkên Botanê û herdu hunermend jî hê di rê de dikevin. Rê, rêhevaltî û ketina wan dişibe Viktor Jara… Wek Deleuze gotiye, “Yek ji aliyên herî xweş ên şoreşê ew e ku şoreş dikare mirovên ku hev nedîtine bike nas û dostên hev.” Ji ber vê yekê birayê Viktor ê biçûk Serhed e, strana ku li ser lêvên Hozan Mizgîn xwe daliqandî xwişka guleya dawî ya Elî Temel e. Dilê Soysal Ekîncî destebirakê dilê Mayakovskî ye; ew dilên di jêrzemînekê de di nav xîzanî, êş û govanan de bi hev re rawestiyayî…

Li ku derê dinyayê be bila bibe, awazên di nav dilê gelên bindest de hatine veşartin û bi berxwedan û xemên giran hatine xemilandin wek selîqeya Sefkan û Delîlayê ye…


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder