16 Ocak 2022

 

WÊJE HETA KU DERÊ DIKARE JI POLÎTIKAYÊ BIREVE?

  

‘Nezanîna bîrdoziyê ji nezanîna ziman tê…’

  Maxim Gorkî

 

Weje: Çawa u Ji Bo Ke?

Ger wêje karekî şoreşgerî be çeka wêjeyê jî divê bibe bang û avazên bibandor! Wêje çendî xwe ji qada polîtîk bide paş jî li gor rewşa civak û dîrokê teşe digire. Ev, wek çarenûsa wêjeyê ye. Piranî jî wêjeya kurdî bi tu awayî nikare xwe ji kurdayetiya ku îro seranser bûye vîzyoneke polîtik bişo yan jî jê bireve. Kurt û kurmancî kurdbûn û wêjeya bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin bixwe seranser qadên polîtîk in.

Gotina bingehîn a hemû wêjeyên, ku di bin bandora nêzîkbûnên ku mirina îdeolojiyan îlan kirî de mane, nexasim jî edebiyata post-modern ev e: “Hûn nivîskar qedirbilind in! Ger gel deryayek be hûn nekevin nava wê deryayê; ku hûn bikevinê hûn ê bibin alîgir û heqîqetê winda bikin. Li qeraxa deryayê bisekinin û li wir berhemên xwe biafirînin. Hûn çend dûrî gel û civakê bin hûn ê hind nêzî rastiyê bin…” Belê; mixabin, di roja me de nêzîkatî û hewldana sereke ya xweperestî (narsîzm) û hîçperestî (nihîlîzmê) ya di warê huner û wêjeyê de ev e û her tim xwe bi awa û şêwazên cuda nû dike.

Armanca bingehîn a vê sekn û nêzîkbûnê seranser li ser xeteke birdoziyê dimeşe û armanc ew e ku nivîskar ji qada polîtîk û etîk dûr bikeve. Nivîskarê navdar Marquez dibêje: ‘Peywira herî mezin a nivîskara/ê şoreşger ew e ku baş binivîse’. Bêguman, etîk û estetîk bi hev ve girêdayî ne. Lê belê di nav vê rastiyê de hin xefik jî hene. Mînak, tenê nêzîkatiyek li ser bingeha retorîkeke baş û vegotineke estetîkî xwe dixemilîne, dikare berxwedan û wêrankirinê jî di nav xwe de tarî bike an jî di nav wê estetîzasyona bilin de bitepisîne. Ev rev û bazdan çiqas ji rastiyên tûnd û talûke dûr bikeve ewqas dibe hewldaneke xwespartina qadên konformîzmê jî. ‘Li aliyekê wêjekara/ê reş’, bi zimanekî efsûnî mexdûrbûneke giran li gel melankoliya Rojhilatê di nav rûpelên xwe de dinexişîne. Li aliyê din wêjekara/ê’ spî jî têkiliya wê melankolî û berxwedana reşikan ji hev qut dike û li gel mîstîfakasyoneke bêhempa jiyana xwe ya hedonî û bohemî berdewam dike. Li gel qelûn, wiskî, pirtûkxaneyeke dewlemend û odeya xwe ya li akademiyê yan jî li plazayeke biha…

Wêjeyek çend xwe ji gerdûna exlaqî û polîtîk veqetandibe di nav xwe de ewqas jî îdeolojîk e, her çend îdîa dike ku ew ne îdeolojîk e jî. Ma berhemeke wêjeyê di nav têkiliyên teng ên civaka elîtên çandî de bibe berhemeke bazara çandê gelo ev berhem ne îdeolojîk e? Di nava vê bazarê de ew berhema li ser retorîka ‘nivîskar bêalî ne’ hatî afirandin û xwe ji qadên têkoşînê dûrxistî ne ideolojîk e? Îro gelek nivîskar ji ber ku rehetiya xwe naxwazin winda bikin bi retorîka ‘wêje serbixwe ye’ rewa dikin. Lê bele ev sekna ji tirs û çewtiyê tê divê viya ji bîr neke: inkarkirina birdoziyê jî helwesteke birdoziye.

Mixabin, piranî jî li van salên dawiyê, vegotineke wêjeyî ya ku tinazên xwe bi têkoşîna dij-kolonyalîst dike û bi domdarî hewl dide ku dilê ‘desthilatdara/ê spî’ xweş bike, wek teniya sêlê ketiye ser rûyê wêjeya kurdî. Jehra ku di dibistan û zanîngehên pozîtîvîst ên kemalîzmê de li giyana me hatî derzîkirin li pêşiya wêjeyeke dij-kolonyal astenga herî mezin e. Heta ku em kodên deshilatdaran ên li ser derûnî, ziman û hişmendiya me hatî çandin neşkînin mixabin nivîsandina kurdî jî tena bi serê xwe nikare me bibe ber bi wêjeyeke seranser kurdî û kurdewar.

Ger di kûrahiyên berhemeke wêjeyî de bîr, birdozî, polîtîka, civaknasî û felsefe tune be ew berhem pêşiya berhemên resen û jêhatî ên ku wê derkevin holê jî asteng dike. Ji ber ku berhemên wiha, xwediyê peyvê jî xwediyê serpêhatiyê jî dikuje. Ev bi awayekî eşkere dagirkirina qadekê girînge jî. Ji ber ku roman an helbesteke herikbar, veguherîner, wêrek û bedew ji mêjiyekî ku li ber lingê dagirkeran ji tirs û xofê wek kevir hişkbûyî dernakeve! Wêje li ser hişmendiyên wêrek ên ku dixwazin cîhanê veguherînin şîn dibe. Wêjekar dema li nirxên mirovatiyê xwedî derdikeve nikare pişta xwe bide war û wargehê xwe û wan paşguh bike. Wek şanoger û nivîskarê mezin Bertolt Brecht gotiye: ‘Ger piştî ku we berhemeke wêjeyî afirand an jî we xwend û temaşe kir, hûn neketibin nav deryaya pirs û şik û ramanan mixabin ew berhem berhemeke pûç û vala ye.’

Ew zanyar û nivîskarên demekê li ser qatên herî jor ên zîgûratan û li pirtûkxaneyên qesr û qonaxên qiral, şah û padîşahan dinivîsîn îro xwe kişandine qatên avahiyên bilind, rezîdans û li ser palgehên nerm û germ! Ew ji me re tiştekî nabêjin. Me dikin hilgir, xulam û xidamên peyvên xwe yên lewçe û çivêl.


Riya Hebûn û Xwebûnê: Wêjeya Şoreşger

Serdest, ji gotinên şerker û berxwedêr hez nakin. Ew gotinên serçemandî, bindestî û rebeniyê tercîh dikin û ew berhemên li ser van hestan avabûyî wek wêjeya bilind ji girseyan re destnîşan dikin. Di dîrokê de kêm dîktator hindî Hîtler û Mussolînî pesnê nivîs û berhemên futurîst didin. Helbestavanê mezin ê îspanyolî Garcia Lorca wexta wê bê înfazkirin faşîstên Franko lûleyên tifingan didin singê wî ew jî kulma xwe ya destê çepê bilind dike û helbesta xwe ya dawiyê dixwîne: ‘Mirovê/a ku ne azad e çi ye? Ji min re bêje Mariana. Ka bêje ez çawa dikarim ji te hez bikim? Ger ez nikaribim azad bibim. Ez çawa dikarim dilê xwe ji te re vekim, Ger ev dil ne yê min be?

Wêje, wek sêr û efsûneke ku dûrahiya di navbera nivîskar û xwîner de ji holê radike. Wêje, ger bi şêwe, peyv dilxwaziya xwe nikaribe riya hebûn û xwebûnê veke, riya biyaniyê û xwebiyaniyê vedike. Kesên ku ji ava kaniyên kevneşopiya axa Kurdistanê vexwaribin û ji civatên dengbêj, pîremêr û pîrejinan sûd wergirtibin vê rastiyê baş dizanin. Ne vegotinên giregir û peyvên bilind, tenê vegotinên zelal ku ji nirxên bingehîn ên gel hatine wergirtin dikarin girêdaneke xurt di navbera xwediya/ê gotinê û guhdêr birêsin. Têkiliya gel, nivîskar û têkoşînê jî li ser ve kontekstê didome û mezin dibe. Mînak, dema ku nivîskareke/î kurd berê xwe dide rastiya gel û welatê xwe, li aliyekî çîrokên sirgûn, îşkence, wêranî û koçberiyê, li aliyekî din jî berxwedaneke mezin dibîne. Nikare ji vê rastiyê bireve; mirov çend ji rastiya xwe bireve ew rastî ewqas bi hêztir bi ser mirov ve tê Wek Lacan dibêje: ‘Tiştê hatî tepisandin wê teqez rojekê vegere; dereng an jî zû...’

Li ser têkiliya di navbera wêje û jiyanê de helbestvanê nemir ê kurd Hêmîn Mahabadî dibêje: 'Ger hunermendek tevahiya jiyana xwe wek çeperekê li pişt gotina xwe rêz neke, peyva wê/wî jî wek jiyana wê/wî vala ye û ev jî xwexapandin e…'

 

 

14 Ocak 2022

 



KOLONYALİST KAPATILMANIN DUVARLARINDA AÇILAN BÜYÜK GEDİK: MED TV

 

 

 

Bir Kürt, yüzyıllardır hem kendi ülkesinden başka bir ülkeye gitmek, hem de kendi ülkesinin her hangi bir parçasından başka bir parçasına gitmek için başka bir ülkenin başkentinden vize almak zorundadır. Aynı şekilde yüzyıllardır kendine dair yarattığı anlam dünyasının bütün ilklerini kendi ülkesinin dışında bir ülkede var etmek zorunda kalmıştır. Her yanına dram, inat ve direniş hikâyeleri serpişmiş olan bu ontolojik gerçeklik, Kürtlerin kolonyalistler tarafından ‘aslında yurdu olan yurtsuzlara’ dönüştürülüp ‘tarihin bekleme odasına mahkûm edilmelerinden’ kaynaklanmıştır. 95 yılında Avrupa’da yayın hayatına başlayan MED TV, tam da bu öznelliğin içinde o odanın kalın duvarlarında en büyük gediklerden birini açmıştır…

 

Kürtlerin tarihteki ilk gazetesi Kürdistan 1898’de Kahire’de, Latin alfabesine geçişin miadı sayılan Hawar Dergisi 1932’de Şam’da, ilk Kürtçe radyo yayını 1939’da Bağdat’ta, küresel ölçekte uydu üzerinden yayın yapan ilk televizyon MED TV 1995’te Londra’da yayın hayatına başlamıştır. Kürtlüğe dair sanatsal, kültürel ve politik üretimin neredeyse bütün ilklerinin sürgünde veya ülke dışında ortaya çıkışı kolonyal kuşatmanın ve kapatılmanın somut bir gösterenidir. MED TV’nin Kürt basın yayın dünyası içerisindeki en özgün yanı, ülke dışına daha önce çıkmış diğer yapılar gibi ülke dışında sabitlenmeyi ret ederek bizzat ülkede geniş bir iletişim ağı kurması ve ülkenin içinde olan biteni bizzat ülkenin içinden vermiş olmasıdır. Özgürlük Hareketinin 1970’lerin sonunda başlattığı ‘Hicret’ ve 80’lerin ortasından itibaren başlattığı ‘Ülkeye Dönüş’ stratejisi, 1970’lerden itibaren ülke dışına çıkmak zorunda kalmış ‘muhacirlerin’ özellikle 90 sonrası basın yayın alanında başlatacakları ‘politik, kültürel ve sanatsal bir hicretin’ momentumuna dönüşmüştür. Bu yönüyle MED TV’nin ülkeye dönerek ülkedeki her evin ve sokağı içine yayılma stratejisi ve en önemlisi ülke ile kurduğu ilişki bağlamında Özgürlük Hareketi ile ciddi bir senkronizasyon yakaladığını söyleyebiliriz.

O güne kadar Kürtlerin anlam dünyasında ‘Ên li Çiyê, Ên ji Derve, Meçêtir’ gibi tanımlarla mistik ve belirsiz bir alana dâhil edilen savaşçılar,  şal û şapik, sarı mekap ve qelêşleri ile ekranlardan sızarak dünyanın dört bir yanına savrulmuş Kürtlerin bizzat evlerinin içine ‘gündelik olanı belirleyen birer özne olarak’ girmeye başlamışlardı. Ülkeye dönüş stratejisi, sadece kolonyal egemenliğin çizdiği yapay sınırlardan sızarak değil aynı zamanda uzayın derinliklerinden gelen ‘hakiki’ seslerin ve görüntülerin evlere sızması ile tamamlanıyordu. Büyük bir kapatılma ve görünmez kılma stratejisi ile kendini kurumsallaştıran kolonyal kuşatmada açılan bu büyük gedik, kısa bir süre sonra devletin ‘çanak toplatma’ müdahalesini beraberinde getirdi. Kürdün kendine ait olana dair büyük sahiplenici inadı, bu kez damlara ve balkonlara kurulan antenlerin sökülerek bahçelerin içine monte edilmesi yoluyla ‘görüneni görünmez’ kılıyordu. Antenlerin köylerden kentlere bütün bir coğrafyaya yayılmış olması böylesi bir toplatmayla sorunu çözmenin imkânsızlığını gün be gün ortaya çıkarıyor ve bu hakikat zamanla bir kabule dönüşüyordu. Ok yaydan fırlamıştı ve geri dönüşü yoktu; üstelik balık ile deniz özdeşleştikten sonra ne denizi kurutmaya çalışmanın, ne de denizin içindeki balığı öldürmenin ne denizi ne de balığı ontolojik olarak öldüremediğini tarih defalarca güncellemişti ve güncellemeye devam ediyordu.     

1995’ten sonra Kürdistan’da binlerce evin damında ya da balkonunda beliren ‘çift çanak’ birkaç yıl içerisinde inanılmaz bir topografyaya yayılarak zamanla ‘hangi mahallede kaç yurtseverin yaşadığını’ rakamlarla anlatan ve politik mesajını ‘biz buradayız’ üzerinden ilan eden bir politik beyanat imgesine dönüşmüştür.  Aynı yıllarda devlet asabiyetinin fobik ve alerjik imajlar koleksiyonuna dâhil olan çanak antenler, aynı zamanda yoksul mahallelerde göreli de olsa sosyo-ekonomik durumu daha iyi olan bir evde toplanan komşuların MED TV’ye odaklanan saygılı bakışları bir dönemler radyonun, radyodan önce dengbêjlerin evlerde bıraktığı boşluğu yeniden dolduran ve can çekişen bir geleneği geri çağırma ritüeline dönüşüyordu. Bir farkla: Daha dikkatli ve daha disiplinli! Kürdistan’ın birçok evinde, MED TV’nin açılışında başlayan Ey Raqîp ile saygı duruşuna geçen ve marş bitene kadar yerine oturmayan binlerce insanın yanında iki ineğinden birini satıp çanak satın alan yoksul bir köylünün hikâyesi, Kürtlerin MED TV’yi ve MED TV’nin temsil ettiği değer skalasını ne kadar yüksek bir yere yerleştirdiklerinin bir tezahürü gibiydi.

1990’ların başından itibaren özgürlük hareketinin hayatı baştan başa dönüştüren kurucu şiddetine paralel olarak gelişen karşı kültür inşasında MED TV’nin Kürt dünyasına dahil olması, Türk egemenlik sisteminin ‘görünmezse yoktur’ üzerine kurulu inkar stratejisini her taraftan parçalayan tarihsel bir müdahaleye dönüştü.   Devletin özel savaş aygıtı gibi çalışan medyasının dezenformasyonunu tersyüz ederek hakikati deşifre eden MED TV’nin nasıl bir tarihsel misyon yüklendiğini iyi anlatan hikayelerden biri, Amed’te kendisiyle röportaj yapılan bir yurttaşın şu beyanında gizlidir: ‘Çanak varsa doğru vardır!’

Medyanın ve özellikle televizyonun gündelik hayatın belirleyeni olduğu bir dönemde, Kürtlerin arasına örülen kolonyal bariyerlerin dağıtılmasında ve neredeyse yeryüzüne dağılmış bütün Kürtler arasında standardize olmuş bir politik dilin oluşmasında MED TV’nin bir katalizör görevi üstlenerek dört ayrı lehçede yayın yapması Kürtlerin ulusal birlik düşüne güç veren bir öznellik kazanmasını sağlamıştır. MED TV’nin açıldığı güne kadar Türk televizyonlarından Türkçeleştirilmiş bir Kürtçe şarkıyı dinlerken içinde geçen bir Kürtçe kelimede bile duygulanan Kürtler artık MED TV’den neredeyse her gün ‘Ka welatê min Kurdistan’ şarkısını dinlemeye başlıyordu. Tıpkı, sömürgecinin sömürge bireyine ait olanı ona kırıntılar halinde verirken sömürge bireyinde beliren ‘kederli neşeden’, sömürge bireyinin kendi emeği ile var ettiği sofraya otururken ki ‘doygunluk neşesine’ geçişi gibi… Sadece bu yönüyle bile tarih boyunca Kürdistan’daki duygular sosyolojinde en büyük dönüşümü yaratan dinamiklerden biri de MED TV olmuştur.

MED TV, salt Kürtlüğün bir kültürel direniş odağı olmamış aynı zamanda Kürtlere dair bütün politik gündemin merkezi beyanat alanına dönüşmüş, siyasal öncülerin halk ile kurduğu ilişkide bir köprü ve siyasal alanın organizasyonunda bir çağrıcılık işlevi üstlenmiştir. Batı dünyasının başından beri rüşvet ve ihale üzerine kurulu ‘hak ve özgürlükler’ alanı, defalarca MED TV’nin yayın lisansını iptal etmiş, banka hesaplarına el koymuş ve Kürtlerin çok da yabanı olmadığı ‘sürgünün içinde sürgün’ durumunu süreklileştirmiştir. Buna rağmen, kapatıldığı odanın duvarlarını yıkma konusunda Kürtlerin yüzyıllara dayalı inadı ve mahirliği, sözü ve hakikati bir şekilde o gediklerden halka ulaştırmaya devam etmektedir.

Kolonileştirilen bir coğrafyanın ‘tekinsiz’ doğasının ‘bilinebilir’ kılınması için kolonyalist, kolonileştirdiği coğrafyanın hiçbir tarihsel, coğrafik ve kültürel gerçekliğini esas almadan bir sömürge haritalandırmasına gider. Kürtlerle ilgili bütün kültürel haritalandırmaların stratejik hedefi Vatan Gazetesinin 1953 yılında hazırladığı Hakkâri Dosyası adlı ekte geçen ‘Cehennem Gibi Vadilerden Geçtik ve Hakkâri Denilen Meçhul Şehir’ manşetlerinde gizlidir. O gün atılan manşetin 1970’lerdeki ardılı Ferit Edgü’nün daha soldan yazdığı ama beyazın başöğretmen tavrını asla bırakamadığı ‘Hakkâri’de Bir Mevsim’ adlı filmi ise günümüze tevarüs eden medyatik ayağı ise TRT Kurdî denilen kanaldır. Bu kanal, geniş ölçekli ve ayrıntılandırılmış kolonyal haritanın ‘Kürdün kendi anadiliyle kendini aşağıladığı ve oto-kolonyalizmin yeniden üretildiği’ alanına sabitlenmiştir.  MED TV ve ardılı olan bütün kanallar, tam da bu bağlam içerisinde kolonyalist haritaların kuşatıcılığının hükümsüz kılındığı ve Kürdün yüzlerce yıllık anlam ve değer savaşının devrimci bariyerlerle örüldüğü bir ‘vaha’ işlevini görmektedir. O vahanın Kürtlüğe açılan bütün kapıları, sabahları hala Ey Raqîp ile açılıp gece yarıları Ey Raqîp ile kapanmaya devam ediyor…