WÊJE HETA
KU DERÊ DIKARE JI POLÎTIKAYÊ BIREVE?
‘Nezanîna bîrdoziyê ji
nezanîna ziman tê…’
Maxim Gorkî
Weje: Çawa
u Ji Bo Ke?
Ger wêje karekî şoreşgerî be çeka wêjeyê jî divê bibe bang û avazên bibandor! Wêje çendî xwe ji qada polîtîk bide paş jî li gor rewşa civak û dîrokê teşe digire. Ev, wek çarenûsa wêjeyê ye. Piranî jî wêjeya kurdî bi tu awayî nikare xwe ji kurdayetiya ku îro seranser bûye vîzyoneke polîtik bişo yan jî jê bireve. Kurt û kurmancî kurdbûn û wêjeya bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin bixwe seranser qadên polîtîk in.
Gotina
bingehîn a hemû wêjeyên, ku di bin bandora nêzîkbûnên ku mirina îdeolojiyan
îlan kirî de mane, nexasim jî edebiyata post-modern ev e: “Hûn nivîskar
qedirbilind in! Ger gel deryayek be hûn nekevin nava wê deryayê; ku hûn
bikevinê hûn ê bibin alîgir û heqîqetê winda bikin. Li qeraxa deryayê bisekinin
û li wir berhemên xwe biafirînin. Hûn çend dûrî gel û civakê bin hûn ê hind
nêzî rastiyê bin…” Belê; mixabin, di roja me de nêzîkatî û hewldana sereke ya
xweperestî (narsîzm) û hîçperestî (nihîlîzmê) ya di warê huner û wêjeyê de ev e
û her tim xwe bi awa û şêwazên cuda nû dike.
Armanca
bingehîn a vê sekn û nêzîkbûnê seranser li ser xeteke birdoziyê dimeşe û armanc
ew e ku nivîskar ji qada polîtîk û etîk dûr bikeve. Nivîskarê navdar Marquez
dibêje: ‘Peywira herî mezin a nivîskara/ê şoreşger ew e ku baş binivîse’.
Bêguman, etîk û estetîk bi hev ve girêdayî ne. Lê belê di nav vê rastiyê de hin
xefik jî hene. Mînak, tenê nêzîkatiyek li ser bingeha retorîkeke baş û
vegotineke estetîkî xwe dixemilîne, dikare berxwedan û wêrankirinê jî di nav
xwe de tarî bike an jî di nav wê estetîzasyona bilin de bitepisîne. Ev rev û
bazdan çiqas ji rastiyên tûnd û talûke dûr bikeve ewqas dibe hewldaneke
xwespartina qadên konformîzmê jî. ‘Li aliyekê wêjekara/ê reş’, bi zimanekî
efsûnî mexdûrbûneke giran li gel melankoliya Rojhilatê di nav rûpelên xwe de
dinexişîne. Li aliyê din wêjekara/ê’ spî jî têkiliya wê melankolî û berxwedana
reşikan ji hev qut dike û li gel mîstîfakasyoneke bêhempa jiyana xwe ya hedonî
û bohemî berdewam dike. Li gel qelûn, wiskî, pirtûkxaneyeke dewlemend û odeya
xwe ya li akademiyê yan jî li plazayeke biha…
Wêjeyek
çend xwe ji gerdûna exlaqî û polîtîk veqetandibe di nav xwe de ewqas jî
îdeolojîk e, her çend îdîa dike ku ew ne îdeolojîk e jî. Ma berhemeke wêjeyê di
nav têkiliyên teng ên civaka elîtên çandî de bibe berhemeke bazara çandê gelo
ev berhem ne îdeolojîk e? Di nava vê bazarê de ew berhema li ser retorîka
‘nivîskar bêalî ne’ hatî afirandin û xwe ji qadên têkoşînê dûrxistî ne
ideolojîk e? Îro gelek nivîskar ji ber ku rehetiya xwe naxwazin winda bikin bi
retorîka ‘wêje serbixwe ye’ rewa dikin. Lê bele ev sekna ji tirs û çewtiyê tê
divê viya ji bîr neke: inkarkirina birdoziyê jî helwesteke birdoziye.
Mixabin,
piranî jî li van salên dawiyê, vegotineke wêjeyî ya ku tinazên xwe bi têkoşîna
dij-kolonyalîst dike û bi domdarî hewl dide ku dilê ‘desthilatdara/ê spî’ xweş
bike, wek teniya sêlê ketiye ser rûyê wêjeya kurdî. Jehra ku di dibistan û
zanîngehên pozîtîvîst ên kemalîzmê de li giyana me hatî derzîkirin li pêşiya
wêjeyeke dij-kolonyal astenga herî mezin e. Heta ku em kodên deshilatdaran ên
li ser derûnî, ziman û hişmendiya me hatî çandin neşkînin mixabin nivîsandina
kurdî jî tena bi serê xwe nikare me bibe ber bi wêjeyeke seranser kurdî û
kurdewar.
Ger di
kûrahiyên berhemeke wêjeyî de bîr, birdozî, polîtîka, civaknasî û felsefe tune
be ew berhem pêşiya berhemên resen û jêhatî ên ku wê derkevin holê jî asteng
dike. Ji ber ku berhemên wiha, xwediyê peyvê jî xwediyê serpêhatiyê jî dikuje.
Ev bi awayekî eşkere dagirkirina qadekê girînge jî. Ji ber ku roman an
helbesteke herikbar, veguherîner, wêrek û bedew ji mêjiyekî ku li ber lingê
dagirkeran ji tirs û xofê wek kevir hişkbûyî dernakeve! Wêje li ser hişmendiyên
wêrek ên ku dixwazin cîhanê veguherînin şîn dibe. Wêjekar dema li nirxên mirovatiyê
xwedî derdikeve nikare pişta xwe bide war û wargehê xwe û wan paşguh bike. Wek
şanoger û nivîskarê mezin Bertolt Brecht gotiye: ‘Ger piştî ku we berhemeke
wêjeyî afirand an jî we xwend û temaşe kir, hûn neketibin nav deryaya pirs û
şik û ramanan mixabin ew berhem berhemeke pûç û vala ye.’
Ew zanyar
û nivîskarên demekê li ser qatên herî jor ên zîgûratan û li pirtûkxaneyên qesr
û qonaxên qiral, şah û padîşahan dinivîsîn îro xwe kişandine qatên avahiyên
bilind, rezîdans û li ser palgehên nerm û germ! Ew ji me re tiştekî nabêjin. Me
dikin hilgir, xulam û xidamên peyvên xwe yên lewçe û çivêl.
Riya Hebûn û Xwebûnê: Wêjeya Şoreşger
Serdest,
ji gotinên şerker û berxwedêr hez nakin. Ew gotinên serçemandî, bindestî û
rebeniyê tercîh dikin û ew berhemên li ser van hestan avabûyî wek wêjeya bilind
ji girseyan re destnîşan dikin. Di dîrokê de kêm dîktator hindî Hîtler û
Mussolînî pesnê nivîs û berhemên futurîst didin.
Wêje, wek
sêr û efsûneke ku dûrahiya di navbera nivîskar û xwîner de ji holê radike.
Wêje, ger bi şêwe, peyv dilxwaziya xwe nikaribe riya hebûn û xwebûnê veke, riya
biyaniyê û xwebiyaniyê vedike. Kesên ku ji ava kaniyên kevneşopiya axa
Kurdistanê vexwaribin û ji civatên dengbêj, pîremêr û pîrejinan sûd wergirtibin
vê rastiyê baş dizanin. Ne vegotinên giregir û peyvên bilind, tenê vegotinên
zelal ku ji nirxên bingehîn ên gel hatine wergirtin dikarin girêdaneke xurt di
navbera xwediya/ê gotinê û guhdêr birêsin. Têkiliya gel, nivîskar û têkoşînê jî
li ser ve kontekstê didome û mezin dibe. Mînak, dema ku nivîskareke/î kurd berê
xwe dide rastiya gel û welatê xwe, li aliyekî çîrokên sirgûn, îşkence, wêranî û
koçberiyê, li aliyekî din jî berxwedaneke mezin dibîne. Nikare ji vê rastiyê
bireve; mirov çend ji rastiya xwe bireve ew rastî ewqas bi hêztir bi ser mirov
ve tê Wek Lacan dibêje: ‘Tiştê hatî tepisandin wê teqez rojekê vegere; dereng
an jî zû...’
Li ser
têkiliya di navbera wêje û jiyanê de helbestvanê nemir ê kurd Hêmîn Mahabadî
dibêje: 'Ger hunermendek tevahiya jiyana xwe wek çeperekê li pişt gotina xwe
rêz neke, peyva wê/wî jî wek jiyana wê/wî vala ye û ev jî xwexapandin e…'
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder