VEGOTINA ÊŞA
BINDESTAN
Adorno
Kî Dikare Heta Ku Derê Li Ser Navê
Bindestan Behsa Bindestan Bike?
Demeke pir dirêj e di wêjeya kurdî
de, bi destê hinek derdoran dîrok û bîra berxwedanê di bin siya xemlên mexdûriyetê
û belengaziyê ve tê tarîkirin. Em dikarin bibêjin ku vê helwestê ji bo gelek nivîskaran
qadeke konforê jî çêkiriye. Mexdûrbûn hem encam hem jî sedema berxwedanê ye, lêbelê
di vê diyalektîkê de tenê mexdûrbûneke tazî û bêsitar tê xuyakirin û berxwedan
ji nava vê kontekstê tê avêtin. Axaftina li ser navê bindestan piştî demekê
veguheriye û bûye krîza temsîliyetê û ligel xwe qadeke konformîzmê ava kiriye. Gelo
ma Dayika Taybet tenê qurbaniyek bû ku cenazeyê wê heft rojan li ber çavên me
li kolanê hat teşhîrkirin? Gelo di vê bûyerê de em dikarin berxwedêriya Dayika
Taybet ji nava vê çîrokê de bitepisînin? An jî em dikarin bibêjin Ferzad
Kemanger tenê ji ber kurdbûna xwe hat kuştin? Heta em di nav rûpelên xwe yên
wêjeyî û peyva polîtîk de berxwêderî û êşa wan kesan di nav yek kontekstekê de
nedin ber çavan em ê xwe jî gel jî bixapînin!
Dema ku em temsîlkirina hilweşînek
an jî karesatekê bi riya wêjeyê difikirin, pirsek derdikeve holê: Nivîskarek,
ku di navbera zalim û bindestan de kesê sêyemîn e, çiqas dikare li ser navê
qurban an bindest biaxive? Û her çend li rex bindestan helwest girtibe jî… Ev nakokî û paradoksa mezin nîqaşkireneke
berfireh a hem exlaqî hem jî polîtîk datîne pêşiya me.
Mirin, girtin, kuştin, bişaftin,
koçberî, belengazî, xizanî, bêwelatî û sirgûn seranser sedem û encamên
berxwedanê ne. Dema ku nivîskar êş û windahiya bindestan vediguherîne û dike
amûreke wêjeyî û jarbûnê dibirîqîne, berxwedanê jî di nav rûpelan de dehf dike.
Ev rewş konformîzmekê wisa diafirîne ku nivîskar newêre çavên xwe rasterast li
nav çavên dijmin bixe û nikare rasterast gotina xwe bibêje. Li vê devera
aramiyê pir metelok, wêne, navbeynkarî û metafor heye. Ev hewldan hemî
stratejiya nivîskar a ku naxwaze bi serdest re rûbirû bimîne û qada xwe ya
rihetiyê winda bike.
Şîrovekirin û gotina êşa kesekî din,
desteserkirina êşa kesekî din û estetîzasyona êş û bindestiya kesekî din hem
nexweşiyeke gerdûnî hem jî pirsgirêkeke lokal a mezin e. Bi kevanê wek Levinas,
ger ez bixwazim bibim dengê kesekî ku dengê wî hatî tepisandin divê ewilî ez di
nav giyan û nêrîna xwe de hevsengiyeke tevhev, homojenîzekirinê ava bikim û xwe
bi tevahî nedîtbar bibînim. Encax bi vê rê ez dikarim vê krîzê heya radeyekê çareser bikim. Levînas,
dibêje: ‘demên ku ez li kolanan jinebî, sêwî an koçberekî dibînim û tiştekî ji
min pirs dikin ez bi dilfirehî bersiva wan didim lê di dilê xwe de jî dibêjim
xwezî min tu car ew nedîtibana..’ Ev sekn an jî
exlaq ji min re dibe vegotineke travmatîk ez matmayî dibim û bi
kêmasiyên xwe re rûbirû dimînim..’ Di nav vê paradoksa mezin de riyek dimîne:
Divê ez berpirsiyariya hemû malxirabî û êşa 'yê din' ligel hemû riyên kuştina
egoya xwe hildim ser xwe…
Piranî van salên dawî, qada wêjeyê,
ku yek ji mezintirîn warên endûstriya çandê ye, veguherî qada xwetatmînkirina bi
rengê "Min nivîsand û berpirsiyariya min rabû, min xwend, fam kir û min
giyana xwe paqij kir…” Lêbele ya ji bo me pêwîst ne ew e ku em êş û rûxandinê
bi terzekê arabesk li nav çavên mirovan bixin, divê sedemên wê êşê em eşkere
bikin û êşê wek sedem û encamên berxwedanê bibînin û risteyê nivîsê li ser vê
rastiyê birêsînin. Gelo ev êş û
malwêranî ji kîjan berxwedanê derdikeve û ez çawa dikarim vê melankolî an jî
êşa giran bikim kerb û xezebeke şoreşgerî… Bi vî awayî em dikarin heta radeyekê
bibin dengê xwediyê kovanê û bindestan!
Adorno piştî wehşeta Auschwitzê
gotibû nivîsandina helbestê bi almanî hovitî ye. Bêguman, helbest dikare bi
zimanê almanî jî were nivîsandin, lê helbestvan an nivîskarê ku wê wêraniya
giran kiriye malzemeya xwe ya wêjeyê, divê ji bîr neke ku piştî wê demê, ew
çanda bilind nikare mîna ku tiştek neqewimiye li ser riya xwe bimeşe. Bi heman
awayî, tu helbestvan an jî nivîskar nikare piştî qêrîna ji hemzemînên Cizîra
Botan bilindbûyî di helbest an jî nivîsên xwe de diyalektîka kolonyalîzma di
navbera kurdî û tirkî de tune bihesibîne û piştguh bike. Divê em baş fam bikin
ku qêrîna Mehmet Tunç, ku mîna xencerekê hêj jî sîngê me qul dike, ne qêrîna
melankoliyê bû, gaziya berxwedanê bû. Ger em wê gaziya wî milîtanê ciwan ê di
bin wê jêrzemînê de digot: ‘heval av av!’ tenê veguhezînin estetîkeke derûnî em
ê ligel wî hevalî bîranîna wan kesan hemûyan bilewitînin! Di vê astê de em di
nav dubendiyeke xedar de dimînin: gotin jî hoviti ye, bêdengî jî…
Em dikarin bibêjin ne tenê li
welatê me kurdan lê li hemû cîhanê ew êş û birînên bindestan ên piranî ji
têkoşînên polîtîk afirîne, ne bi polîtikayê lê bi wêjeyê zûtir wê qenç dibin. Ligel
vê yekê, em nikarin bibêjin ku wêje jî di vegotin û şahidiya wê felaket an êşê
de pir serkeftî ye.
Çawa ku helbestvanekî navdar
gotiye: Baweriya xwe bi kesên dibêjin ‘nava min dişewite’ neynin; ez jî di nav
de…
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder