31 Aralık 2011

rastîyek derewîn

Na na!
Nehêle teyrên hov bên û dadîn ser tiliyên te yên bêmecal
Binêre!
Baskên mîn hêj nû zûha bun jı ber şîliya baranên bêwext
Ne pirse!
Û ne bêje kijan çem wê hênîk bike birinên mın yên dojehi
Bînêre!
Cemek bê deng dî herike niha lı nava ekvatora dilêmın
Na na delalê!
Ji wê taritiyê ne tirse; ew tariti me dikşine ser stêrka gelavêjê!
Tû lî ser goristanekê bê xweyi
duayên ji xwe bawer nekiri di xwine niha dilê te
ji xwe dûr
Ji te dûr
Ji min dûr
Qasi rastiyek hişk derewin…
                                                         05/01/2011

1 yorum: