2 Ağustos 2021

DI WÊJEYA TIRKÎ DE WENEYÊN KURDAYETIYÊ

 


‘Ol û felsefe derbarê armanca jiyanê de bersivan dide me. Wêje bersiv nade lê wateyê şirove dike. Ez çiqas xwe bibêjim ez ewqas im. Zindîbûna min ji xwe ji îfadekirina min tê. Bêguman, çîrok dê jiyana me xelas nekin. Lê qe nebe ew ê hişkbûna jiyana me nerm bike…’

Peter Bichsel

 

 

Ji destpêka avakirina dewleta tirk heta îro, gelek rengvedanên tirkîfîkasyonê bandora xwe li ser jiyana me dike. Îro em bi gelek encamên vê pêvajoyê re rûbirû ne. Tirkbûn mîna celebeke bîrdoziyê dixebite û her gav di warê hest û ramanan de tevdigere. Ji bo yên derveyî gerdûna tirk ev bîrdozî rengekî serdestiya li ser laş û erdnîgariyê ye. Wêneyên kurd û Kurdistanê piranî di nav xebatên wejêya Tirkî de me dibe ser şop û dewsa vê kolonyalîzma veşartî u carna jî ya eşkere! Desthilatdariya netewî û polîtîk weke hemû qadên hebûnê xwe li qada huner û wêjeyê jî zêde dide xuyakirin.

Mînak, di xebateke xwe de, rexnegirê wêjeyê Kemal Karpat dibêje ku hevalê wî, ku çar salan li Çewlikê wek mamoste xebitî, dibêje: 'Li Çewlikê, kes nakene, kes stranan nabêje, ew bajar seranser ji mirovên bêdeng û stûxwar pêk hatiye.’ Riya vê bextreşiyê jî tîne ziman: 'riya xelasbûnê teqez wêje ye.’  Lê kîjan wêje? Wêjeya kê? Û kî dê vê wêjeyê binivîse? Pirsgirêka li vir ji têkiliyê bêtir îdîaya temsîliyetê ye. Heta hûn endamê civakekê nebin, hûn nekevin gerdûna wê civakê gelo hûn ê çawa bizanin ew civak stranbêjiyê dike an na? Wekî din, hûn dikarin garantî bikin ku stranbêjiya li tenişta mamosteyekî tirk wê şevê li qereqolê bi dawî nabe? Bi kurtahî, di navbera nivîskar, xebata nivîskar û tişta ku nivîskar ji berhama xwe re kiriye mijar de qutbûneke mezin heye. Sedema vê qutbûnê jî ew e ku ew tirk in em jî kurd! Tu şîfreyên me yên çandî, dîrokî û derûnî yên ku deriyê rastiya me vedikin ne yek in.

Di hişmendiya serdestan de navê kurdan Mirovên Rohilatê, navê Kurdistanê Herêma Şerq/Rojhilatê û navê kurdî jî zimanê herêmî ye. Hemî perçeyên ku neteweyekê pêk tînin xêz dikin û kurd, kurdî û Kurdistanê bi sînorên erdnîgarî yên ‘çêkirî’ û girêdayî navenda tirkbûnê vê girê didin. Gerdûna ku kurd û Kurdistan avakirî ji nû ve tê binavkirin û perwerdehiya dewletê ya sed salan ya li ser derew û tirsê avebûyî hişmendiya nivîskarên tirk jî li gel vê heqîqetê hildiweşîne. Em dikarin bibêjin tirkên îro li tenişta kurdan disekinin jî xwe ji vê nexweşiya desthilatdariyê zêde nekarin biparêzin. Ev konfor (rehetî) û berjewendiya li ser ‘Peymana Tirkbûnê’ avabûyî di nava valahiya di navbera nîşanker û nîşankirî de, hemî rengên oryantalîzm û kolonyalîzmê diparêze. Ji bo wê jî mirov dikare bîne ziman ku, di navbera epîstemolojiya dewletê û afirînerî û nivîskariya tirkdan de ahengek heye. Herdu ji kaniyekê tên xwarê û tiştê ji wê çavkaniyê derketiye meydanê, bandora xwe li ser wêje, huner, akademî, zanist û gelek tiştan kiriye.

Bi saya wêjeya tirkî em dikarin bişopînin ku tirkbûn rengekî çawa yê serweriyê ye û gelek caran xwe li ser dijberiya kurdayetiyê çawa ava kiriye. Dema em li romana tirkî ya piranî heta salên 2000’an dinihêrin gelek şîfreyên heqîqeta serdestiya tirkbûnê em dibînin. Di wêneyên kurdayetiya li nav rûpelên wêjeya tirkî hatî xeyalkirin de ev rastî bi zelalî xuya dibe. Ya girîngtir, em dikarin fêr bibin ka wêjeya tirkî bi çi awayî bandorê li ser tirkbûnê dike, çi hest, raman, xeyal, daxwaz û şabûnên wê hene bi saya temsîlên kurdayetiyê xwe ava dike.

Heta salên 2000’an kurd û Kurdistan bênav di nav rûpelên wêjeya tirkî de bûn, vê bênaviyê xewn û xeyala tirkbûnê ya yekitî û yekseriyê diparast. Heta wê rojê kompleksa xwe ya “xwe kêm dîtinê” li pêşber cîhana Rojavayê li ser kêmanî û kêmdîtina kurdan telafî dikirin. Gava li Rojavaya Cihanê dinihêrîn bi giyaneke mazoşîst bera xwe didane kurdatiyê û bi narsîzmeke seranser kor digotin: ‘em ê we bînin rêza xwe ya bilind!’ Piştî tevgerên çep û sosyalîst li salên 70’yan mezin bûn, ji bo kurd xwe bigihînin asta ‘muassir medeniyetê’ memûrên dewletê xwe ji sehneyê dan paş, şoreşgerên pêşeng ên tirk xuya bûn û bi hemî ferasetên xwe yên oryantalîst gotin: Li rojhilatê welatê me diyalektîka şoreşê li zordestiya axayan û gundiyên bêax ava bûye. Ev nakokiya çînan wê me bibe ber bi şoreşê ve. Lê divê pêşengên şoreşê birayê mezin be û em ê birayê bicûk di nava gerdûna xwe de bihewînin! “Hakkari’de Bir Mevsim”, helbesta “Koçero” û gelek helbest û romanên wê demê li ser jiyana kurdan hatî nivîsandin û piranî jî di sînemaya tirkî de bi sedan mînakên bi vî rengî hene ku bûna neynika nêzikatiya dewletê ya bo kurdan.  

Piştî ku têkoşîna kurdan a polîtîk û çandî û weçheyên wê yên rewşenbîrî û antîkolonyalîst di salên 2000’an de gihişt encamên girîng, temsîlên kurdayetiyê yên di nava wêjeya tirkî de jî di nav xwe de guherîn. Li aliyekî şerê rizgariya neteweyî li aliyê din têkoşîna çandî û hunerî bandoreke girîng li ser nivîskarên tirk jî kir. Di vê konteksta nû de divê em rola nivîskarên lîberal ên di bin bandora pêvajoya Tevlîbûna Yekîtiya Ewropî de mayî  piştguh nekin. Nemaze konteksta nêzikatiya Ewropayê ya li ser bingeha pirrengî û pirdengiyê avabûyî, bandoreke mezin li ser naveroka berheman kir. Taybetî bi saya xebatên wêjeyî yên weke Orhan Koçak û Nurdan Gurbilek û Kovarên weke Varlık û Hece, derket holê ku tirkbûn ne tenê karên nîqaşên teorîk ên netewperestiyê ne û wêje jî di vî warî de dikare bibe çekeke girîng. Di vî warî de divê li gel teoriyên netewperestiyê têgehên psîkanalîtîk û teoriya postkolonyal jî bê sepandin. Niqaşeke tenê li ser tirkbûnê ya di çarçoveya rexneya neteweperweriya kevneşopî de nahêle ku em tevgera tirkbûnê seranser bibînin. Tirkbûn hem wekî mekanîzmayeke birdoziyê hem jî weke formeke serdestiyê dixebite. Di aliyên şîfreyên vê xebatê de ne tenê reel-polîtîk, her wekî din gerdûna wêjeya tirkî jî bi têra xwe dewlemend e.

Piştî salên 2000’an, wêne, raman, erdnîgarî û laşên bi kurd û Kurdistanê ve têkildar, di nava gerdûna wêjeya tirkî de veguherîneke berbiçav derbas kir. Li gel vê yekê, ev têkiliya nû formên kolonyalîst nerm kirin, vê carê konformîzmeke nû di nav xwe de ava kir. Kevneşopiya salan domkirî û kurdayetî ji nû avakirî guherî û stratejiyeke nû ava bû; ‘Destê xwe nede qada talûkeyî’… Ev stratejiya nû heqîqeta kolonyalî û berxwedana kurdan rasterast nabêje, li ser alegorî û metaforên efsûnî li dev û dora mijara bingehîn digere û xwe rasterast navêje nav qadên talûkeyî! Di romaneke seranser li ser kurdan hatî nivîsandin de formên bindestî, mezlûmî û belengaziyê dixin nava çavên xwîneran lê di serpêhatiyê de berxwedan û têkoşîn li nav wan rûpelan tên veşartin. Dîsa jî em dikarin bibêjin li gor demen berê piştî salên 2000’an di wêjeya tirkî de formên kurdayetiyê li gel hemû kêmasiyên xwe bi awayekî pozîtîf bi pêş ve çûn. Helbet di vir de wek me li jor jî diyar kiribû, gelek faktor hene, lê wek serencam û qonaxeke wêjeya tirkî, ev sal xwedî taybetmendiyeke girîng e.

Peyva Dawî;

Heqîqeta kurdatiyê ji hêla dîrokî û civaknasî ve heqîqeteke kolonyalîst e, gerdûna wêjeya li ser kurdan jî li gorî tevgera kolonyalîst û têkoşîna li dijî kolonyalîzmê formên nû digire. Wateya tirkbûn û kurdbûnê ji serî heta bînî wateyeke polîtîk e. Çawa ku wêjeya tirkî li gorî avakirina neteweyekê teşe girtibe, wêjeya kurdî jî bi rêzimana berxwedanê teşe girtiye. Ji ber vê rastiyê kurd û Kurdistana li nav wêjeya tirkî û kurd û Kurdistana tê jiyandin û ya xwezayî ji hev dûr ketine. Kurd îro di vê qada berxwedanê de vê dibêjin: Tu qala min jî bikî ji kerema xwe ka ewilî guh bide min!...