‘Ol û felsefe derbarê armanca jiyanê de
bersivan dide me. Wêje bersiv nade lê wateyê şirove dike. Ez çiqas xwe bibêjim
ez ewqas im. Zindîbûna min ji xwe ji îfadekirina min tê. Bêguman, çîrok dê
jiyana me xelas nekin. Lê qe nebe ew ê hişkbûna jiyana me nerm bike…’
Peter Bichsel
Ji destpêka avakirina dewleta
tirk heta îro, gelek rengvedanên tirkîfîkasyonê bandora xwe li ser jiyana me
dike. Îro em bi gelek encamên vê pêvajoyê re rûbirû ne. Tirkbûn mîna celebeke
bîrdoziyê dixebite û her gav di warê hest û ramanan de tevdigere. Ji bo yên
derveyî gerdûna tirk ev bîrdozî rengekî serdestiya li ser laş û erdnîgariyê ye.
Wêneyên kurd û Kurdistanê piranî di nav xebatên wejêya Tirkî de me dibe ser şop
û dewsa vê kolonyalîzma veşartî u carna jî ya eşkere! Desthilatdariya netewî û
polîtîk weke hemû qadên hebûnê xwe li qada huner û wêjeyê jî zêde dide xuyakirin.
Mînak, di xebateke xwe de,
rexnegirê wêjeyê Kemal Karpat dibêje ku hevalê wî, ku çar salan li Çewlikê wek
mamoste xebitî, dibêje: 'Li Çewlikê, kes nakene, kes stranan nabêje, ew bajar
seranser ji mirovên bêdeng û stûxwar pêk hatiye.’ Riya vê bextreşiyê jî tîne
ziman: 'riya xelasbûnê teqez wêje ye.’
Lê kîjan wêje? Wêjeya kê? Û kî dê vê wêjeyê binivîse? Pirsgirêka li vir
ji têkiliyê bêtir îdîaya temsîliyetê ye. Heta hûn endamê civakekê nebin, hûn
nekevin gerdûna wê civakê gelo hûn ê çawa bizanin ew civak stranbêjiyê dike an
na? Wekî din, hûn dikarin garantî bikin ku stranbêjiya li tenişta mamosteyekî tirk
wê şevê li qereqolê bi dawî nabe? Bi kurtahî, di navbera nivîskar, xebata
nivîskar û tişta ku nivîskar ji berhama xwe re kiriye mijar de qutbûneke mezin
heye. Sedema vê qutbûnê jî ew e ku ew tirk in em jî kurd! Tu şîfreyên me yên
çandî, dîrokî û derûnî yên ku deriyê rastiya me vedikin ne yek in.
Di hişmendiya serdestan de navê kurdan
Mirovên Rohilatê, navê Kurdistanê Herêma Şerq/Rojhilatê û navê kurdî jî zimanê
herêmî ye. Hemî perçeyên ku neteweyekê pêk tînin xêz dikin û kurd, kurdî û Kurdistanê
bi sînorên erdnîgarî yên ‘çêkirî’ û girêdayî navenda tirkbûnê vê girê didin.
Gerdûna ku kurd û Kurdistan avakirî ji nû ve tê binavkirin û perwerdehiya
dewletê ya sed salan ya li ser derew û tirsê avebûyî hişmendiya nivîskarên tirk
jî li gel vê heqîqetê hildiweşîne. Em dikarin bibêjin tirkên îro li tenişta
kurdan disekinin jî xwe ji vê nexweşiya desthilatdariyê zêde nekarin biparêzin.
Ev konfor (rehetî) û berjewendiya li ser ‘Peymana Tirkbûnê’ avabûyî di nava
valahiya di navbera nîşanker û nîşankirî de, hemî rengên oryantalîzm û
kolonyalîzmê diparêze. Ji bo wê jî mirov dikare bîne ziman ku, di navbera
epîstemolojiya dewletê û afirînerî û nivîskariya tirkdan de ahengek heye. Herdu
ji kaniyekê tên xwarê û tiştê ji wê çavkaniyê derketiye meydanê, bandora xwe li
ser wêje, huner, akademî, zanist û gelek tiştan kiriye.
Bi saya wêjeya tirkî em dikarin
bişopînin ku tirkbûn rengekî çawa yê serweriyê ye û gelek caran xwe li ser
dijberiya kurdayetiyê çawa ava kiriye. Dema em li romana tirkî ya piranî heta
salên 2000’an dinihêrin gelek şîfreyên heqîqeta serdestiya tirkbûnê em dibînin.
Di wêneyên kurdayetiya li nav rûpelên wêjeya tirkî hatî xeyalkirin de ev rastî
bi zelalî xuya dibe. Ya girîngtir, em dikarin fêr bibin ka wêjeya tirkî bi çi
awayî bandorê li ser tirkbûnê dike, çi hest, raman, xeyal, daxwaz û şabûnên wê
hene bi saya temsîlên kurdayetiyê xwe ava dike.
Heta salên 2000’an kurd û
Kurdistan bênav di nav rûpelên wêjeya tirkî de bûn, vê bênaviyê xewn û xeyala tirkbûnê
ya yekitî û yekseriyê diparast. Heta wê rojê kompleksa xwe ya “xwe kêm dîtinê”
li pêşber cîhana Rojavayê li ser kêmanî û kêmdîtina kurdan telafî dikirin. Gava
li Rojavaya Cihanê dinihêrîn bi giyaneke mazoşîst bera xwe didane kurdatiyê û
bi narsîzmeke seranser kor digotin: ‘em ê we bînin rêza xwe ya bilind!’ Piştî
tevgerên çep û sosyalîst li salên 70’yan mezin bûn, ji bo kurd xwe bigihînin
asta ‘muassir medeniyetê’ memûrên dewletê xwe ji sehneyê dan paş, şoreşgerên
pêşeng ên tirk xuya bûn û bi hemî ferasetên xwe yên oryantalîst gotin: Li
rojhilatê welatê me diyalektîka şoreşê li zordestiya axayan û gundiyên bêax ava
bûye. Ev nakokiya çînan wê me bibe ber bi şoreşê ve. Lê divê pêşengên şoreşê
birayê mezin be û em ê birayê bicûk di nava gerdûna xwe de bihewînin! “Hakkari’de
Bir Mevsim”, helbesta “Koçero” û gelek helbest û romanên wê demê li ser jiyana
kurdan hatî nivîsandin û piranî jî di sînemaya tirkî de bi sedan mînakên bi vî
rengî hene ku bûna neynika nêzikatiya dewletê ya bo kurdan.
Piştî ku têkoşîna kurdan a
polîtîk û çandî û weçheyên wê yên rewşenbîrî û antîkolonyalîst di salên 2000’an
de gihişt encamên girîng, temsîlên kurdayetiyê yên di nava wêjeya tirkî de jî
di nav xwe de guherîn. Li aliyekî şerê rizgariya neteweyî li aliyê din têkoşîna
çandî û hunerî bandoreke girîng li ser nivîskarên tirk jî kir. Di vê konteksta
nû de divê em rola nivîskarên lîberal ên di bin bandora pêvajoya Tevlîbûna
Yekîtiya Ewropî de mayî piştguh nekin.
Nemaze konteksta nêzikatiya Ewropayê ya li ser bingeha pirrengî û pirdengiyê
avabûyî, bandoreke mezin li ser naveroka berheman kir. Taybetî bi saya xebatên
wêjeyî yên weke Orhan Koçak û Nurdan Gurbilek û Kovarên weke Varlık û Hece, derket
holê ku tirkbûn ne tenê karên nîqaşên teorîk ên netewperestiyê ne û wêje jî di
vî warî de dikare bibe çekeke girîng. Di vî warî de divê li gel teoriyên netewperestiyê
têgehên psîkanalîtîk û teoriya postkolonyal jî bê sepandin. Niqaşeke tenê li
ser tirkbûnê ya di çarçoveya rexneya neteweperweriya kevneşopî de nahêle ku em
tevgera tirkbûnê seranser bibînin. Tirkbûn hem wekî mekanîzmayeke birdoziyê hem
jî weke formeke serdestiyê dixebite. Di aliyên şîfreyên vê xebatê de ne tenê
reel-polîtîk, her wekî din gerdûna wêjeya tirkî jî bi têra xwe dewlemend e.
Piştî salên 2000’an, wêne, raman,
erdnîgarî û laşên bi kurd û Kurdistanê ve têkildar, di nava gerdûna wêjeya tirkî
de veguherîneke berbiçav derbas kir. Li gel vê yekê, ev têkiliya nû formên
kolonyalîst nerm kirin, vê carê konformîzmeke nû di nav xwe de ava kir.
Kevneşopiya salan domkirî û kurdayetî ji nû avakirî guherî û stratejiyeke nû
ava bû; ‘Destê xwe nede qada talûkeyî’… Ev stratejiya nû heqîqeta kolonyalî û
berxwedana kurdan rasterast nabêje, li ser alegorî û metaforên efsûnî li dev û
dora mijara bingehîn digere û xwe rasterast navêje nav qadên talûkeyî! Di
romaneke seranser li ser kurdan hatî nivîsandin de formên bindestî, mezlûmî û
belengaziyê dixin nava çavên xwîneran lê di serpêhatiyê de berxwedan û têkoşîn
li nav wan rûpelan tên veşartin. Dîsa jî em dikarin bibêjin li gor demen berê
piştî salên 2000’an di wêjeya tirkî de formên kurdayetiyê li gel hemû kêmasiyên
xwe bi awayekî pozîtîf bi pêş ve çûn. Helbet di vir de wek me li jor jî diyar
kiribû, gelek faktor hene, lê wek serencam û qonaxeke wêjeya tirkî, ev sal
xwedî taybetmendiyeke girîng e.
Peyva Dawî;
Heqîqeta kurdatiyê ji hêla dîrokî
û civaknasî ve heqîqeteke kolonyalîst e, gerdûna wêjeya li ser kurdan jî li gorî
tevgera kolonyalîst û têkoşîna li dijî kolonyalîzmê formên nû digire. Wateya
tirkbûn û kurdbûnê ji serî heta bînî wateyeke polîtîk e. Çawa ku wêjeya tirkî
li gorî avakirina neteweyekê teşe girtibe, wêjeya kurdî jî bi rêzimana
berxwedanê teşe girtiye. Ji ber vê rastiyê kurd û Kurdistana li nav wêjeya tirkî
û kurd û Kurdistana tê jiyandin û ya xwezayî ji hev dûr ketine. Kurd îro di vê
qada berxwedanê de vê dibêjin: Tu qala min jî bikî ji kerema xwe ka ewilî guh
bide min!...
Dem baş. Destûra we hebe em vê gotarê di amîdakurdê de jî biweşînin. Li gel silavan. Mahabad Felat
YanıtlaSilDem baş. Min peyama we dereng dît; bibeqişînin. Helbet hûn dikarin biweşînin. Li gel silavan..
Sil