15 Aralık 2016

Demsalek û welatekî winda


Keçikek Kiçî ji Çiyayên Botan berjêr dibe deşta Hezexê dest bi payîzokekê dilsoj dike û Nurî Dêrsimî li sînorê Efrînê lê vedigerîne bi wê benda miraza dîtina hestiyên bav û kalê xwe: ‘Konê pêçiyayî daye ser milê min e…’ 




Çar, di hişê me Kurdan de hejmareke bêyom e û xezebeke giran e…
Sînorkêşên xwezayê roja demên salê ji hev qetandin çar demsal rêz kirin, sînorkêşên desthilatdar jî dema welatê me ji hev qetandin çar welatên wêran rêz kirin li ser nexşeyeke lewitî. Demsalek û welatek me winda ye; Demsala Azadî û Welatê Azad… Ew xezeb û bêyomiya çarê carna bû werîsek sitûr li Meydana Çar Çira, carna jî bû çirûskek mizgîniyê di Şeva Çaran de li gel çar zilikên niftekê li Zindana Amedê. 


Zivistan,
Li welatê me zivistan şeveke spî ye, xweza û xwezî cermek spî dikşînin ser laşê xwe û dikevin nav hizrên wê demsala winda…


Bihar,
Ji wê şeva çirûskên çakûçê Kawa xwe li deşt û çiyayên me xistî û heta îro li welatê me her bihar bûye demsaleke avis. Ew demsala pêgiran, dilnizim û şermok demsalek winda di zikê xwe de vedişêre…

Serê biharê xweza û şervan ji bin berfê û seqemê difilitin û ewilî ew xemla xwe berdidin ser çiyayên bêxilaf. Ji wê kulîlka ewilî biharê serê xwe derdixe ji bin keviyên berfê re Behdînî dibêjin Canemerg! Berî hemû kûlîlkan ew mergê xwe dikin qûrban; ji wê yekê her canemergek dibe şervanek, her şervanek dibe Canemergek li welatê me…

Havîn,
Ew qîz û lawên şal û şapik li bejnê di çileya havînê de wek genimên tijî xêr û bêr li ber bayê mirazên kûr xwe dihejînin di nav govendek ji Araratê heta Çiyayê Kurmênc ji wir heta Behra Spî û Reş…


Payîz,
Payîzê çiya û dilçiyayên welatê me dikevin nav xewn û xeyalên kûr û hêdî hêdî xwe vedikişînin wan bilindahiyên Eskenderê Zilqûrne tê de xeniqayî.
Li welatê me payîz xemgîn e, teşqeleya bajaran destpê dike , hûrmîna çiyayên pîroz disekine û vala dibe welat ji wan lehengên her yek wek şûrê Xanê Çengzêrîn xwe dem û demsala tuj dikin ji bo wê bihara avis.


Bisk û lewendiyên zeriyan, çermê ser destê dayikan, reşika çavên şervanan, zendên karkeran, rûyê deşt û çiyayên me zer dibin li payîza. Zendên karkeran li qeraxa Tigrîs, Ferat, Araqses, Mirad û Zê radibin jor û ew pênç xwîşkên westiyayî dibin devokek xwedawendî li nav çîroka Zend û Av (westa) 


Keçikek Kiçî ji Çiyayên Botan berjêr dibe deşta Hezexê dest bi payîzokekê dilsoj dike û Nurî Dêrsimî li sînorê Efrîne lê vedigerîne bi wê benda miraza dîtina hestiyên bav û kalê xwe: ‘Konê pêçiyayî daye ser milê min e…’ 


Li welatê qetlûxwînê, berxwedan û raperînê payîzok êdî ne bi derdê yarê bi zimanek bîrdoziya me tê risandin: ‘Heyran dilo, evînperestê çiyê… ‘ û ew heyranok dikeve ser rûpela pêşî a ‘Deftera Şoreşê’… 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder